Hêzên Ewlekarî Ên Îranê Êrîş Kirin Ser Gundên Devera Urmiyê

12:14 - 21 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Di çend rojên derbazbûyî de hêzên ewlekarî ên Sipaha Pasdaran a binkeya Heze Seyêd El-Şuheda bi şev êrîş kirin ser gundên derdora bajarê Urmiyê û dest bi azar û îşkenceya akinciyên gundê kirin rişwe ji wan wergirtin.


Çalakên Mafê Mirov û Demokrasî li Îranê di raporekê de nivîsandine: “Di van êrîşan de ku neyasayî û bê tu sedemek bûye, hêzên ewlekarî malbatên zîndaniyên siyasî bi enqest kirine armanca xwe û eva jî bûye sedema nerazîbûna akinciyên deverê.

Di doma vê raporê de hatiye: “xelkê gundên Marne û Hursîn” ketine ber êrîşa hêzên Sipaha Pasdaran û piştî ku xelk nerazîbûna xwe derheq riftara han diyar kirine, çend kes ji wan hatin destbiserkirin ku piştre hatin azadkirin.

Navê hinek ji kesên ku hatin destbiserkirin û îşkecedan ev in: Hicar Omerî, Emîr, Îsmet û Kamî Gulşî ku xelkê gundê Hursîn ên bajarê Urmiyê ne.


.