HÊZÊN EWLEHIYE ÎRANÊ ÊRÎŞA SERDEŞTIYEKÎ KIRIN

15:12 - 13 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Şeva Pêncşemba bihorî Hêzên Ewlehye Komara Islmaî êrîşa ser welatiyek Serdeştê kirin û di encam de ew welatî birîndar bû.

Pêka rapora Kurdpayê, roja 12’ê Çiriya Pêşîn Hêzên Ewlehî li Serdeştê gencek 22 Salî bi navê “Ebûbekr Molanayî” kurê Elî birîndar kirin.

Seva zoriya birînê, birîndar ji bo nexweşxaneya “Qela Dizê” li Parêzgeha Sulêmanî a Herêma Kurdistanê hate veguhaztin.

Ew welatiye ê Kurd, kasibkar e û xelkê gundê “Golan a Sufla”yê ye.

Her wisa Hêzên han 8 Hesp jî sikitandine.

Di heyamên bihorî de li Kudistana Îranê 7 welatiyên Kurd di encama teqeya rasterast de Jiyana dane û 8’ên din jî hatine birîndarkirin.