Hêzên ewlehî û dije şoreş rêgirî ji birêvebirina cêjna Newrozê kirin

18:51 - 22 Adar 2022

Roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, hêzên ewlehî, leşkerî û dije şoreş li gundê “Nê” yê girêdayê bajarê Merîwanê êrîş kirine ser cihê birêvebirina rêûresma cêjna Newrozê û rêgirî ji wê rêûresmê kirin. 

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî û dije şoreş li gundê “Nê”yê digel şer û pevçên qewimandin û teqe li xelkê kirin.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku çend welatî bi sedema teqeya hêzên leşkerî û dije şoreş birîndar bûne.

Piştî banghêjiya lawên gundê “Nê”yê bo birêvebirina rêûresma Newrozê, hêzên ewlehî, leşkerî û garda dije şoreş, rewşek awarteya giran bi ser wê gundê de, zal kirin.

Di wê derheqê de, di heyama çend rojên derbasbûyî de îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê, bi armanca rêgirîkirin ji birêvebirina rêûresma Newrozê, 61 welatiyên xelkê gundê “Nê”yê bo wê navenda hikûmetî gazî kiribûn.

Hevdem digel destpêka sala nû, hêzên garda taybet û dije şoreş, di şeqamên bajarê Şinoyê de êrîş kirine ser rêûresma Newrozê û digel xelkê şer û levdan qewimî.

Hêzên garda taybet û dije şoreş, bo belavkirina xelkê ji gaza firmêskrêj û gulleyên saçmeyî bikar anîbûn.