Hêzên ewlehî û dije şoreş hêj di gundê “Nê” yê girêdayê bajarê Merîwanê de ne

18:54 - 30 Adar 2022

Nêzî du heftî ye ku ji cihgîrkirina hêzên ewlehî û dije şoreş li gundê “Nê” yê girêdayê bajarê Merîwanê derbas dibe û heta niha ew hêzane di mizgevta wî gundê de ne.  

Yek ji rûniştiyê gundê “Nê”yê bi Ajansa “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Tevî cihgîrkirina wan hêzane li mizgevta gundê me, hemû êvareyekê 7 maşînên hêzên ewlehî li pişta gundê Nê heta sibêdê dimînin û hêzên wan li derdorên gund belav dibin”.

Çavkaniya “Kurdpa”yê basa vê jî kir: “Di çend rojên derbasbûyî de, berpirsê wan hêzên ku li mizgevtê hatinî cihgîrkirin, gazî zarokên kêmtemen yên 5 heta 7 salî kiriye û bi her yek zaokan re 10 heta 15 hezar Tumen pere daye.

Pêka gotina çavkaniya “Kurdpa”yê, hemû malbatên wan zarokên ku pere vergirtine ber çavên berpirsê hêza ku li gundê “Nê” hatî cihgîrkirin, pereyê wan dirandine.

Herwisa çavkaniya agehdar a “Kurdpa”yê di dawiyê de ragihand: “Niha ew hêzane birine qata mizgevtê ya serê û qata mizgevtê ya xwarê bi sedema pîskirin ji aliyê wan hêzan ve, bo cihê nimêjkirinê nabe û ew îzna paqijkirinê jî nadine xelkê gundê “Nê”yê.

Roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, hêzên ewlehî, nîzamî û dije şoreş êrîş kirine ser rêûresma cejna Newrozê li gundê “Nê” yê bajarê Merîwanê û pêş ji birêvebirina wê rêûresmê girtin.