Hêzên ewlehî pêşî ji çûna Şerîfê (dayîka Ramîn Husênpenahî) bo ser goristana Ayçî girtin

18:05 - 26 Çirriya pêşîn 2022

Roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, Şerîfe (dayîka Ramîn Husênpenahî) ku dixwast li ser mezara Jînayê li bajarê Seqizê amade be, lê hêzên ewlehî pêşî ji çûna navbirî girtin lê piştire Şerîfê serdana Xawerana bajarê Sinê kir û li ser gorên bênavûnîşan gulên sor danîn.  

“Refîq Husênpenahî”, kurê Şerîfê li ser tora civakî ya twitterê li gorî gotina Şerîfê belav kir; “Îro li rêya Seqizê hêzên ewlehî pêşî ji tiromibîla ku ez rêvîngê wê bûm girtin û ez peya kirim. Min nexwast ajotvanê tirombîlê tûşî hêzên ewlehî be, ez wegeriyam. Min serdana Xawerana Kurdistanê kir, bo vebîranîna Jîna û can ji destdayên rêya azadiyê, min gulên sor li ser mezarên can ji destdayên bê nav û nîşan danîn.

Roja Duşemî 18`ê Xezelwerê Şerîfê serdana mezara Jîna Emînî li goristana Ayçî ya bajarê Seqizê kir.

Navbirî di heyama wan çend salan de, piştî îdamkirina “Ramîn Husênpenahî", serdana mezara her ciwanekê kiriye ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine kuştin û navbirî dibêje: “Ezê Ramînê xwe di wê mezarê de bibînim”.

Şerîfê herwisa di rojên destpêka kuştina jînayê de, bi belavkirina wêneya ku li ser pilakartê hatibû nivîsîn, “jiyan ji Jînayê standin, çi li ser sînor, çi li paytext canê me distînin” û “bimîne bo rojekê ku em serî rakin” û wiha li hember kuştina hikûmetî ya Jînayê nerizayetiya xwe nîşan da.

“Ramîn Husênpenahî” girtiyê siyasî yê Kurd, roja 17`ê Xermanana sala 1397`an a Rojî, li girtîgeha Receyîşehr ya bajarê Kerecê hate îdamkirin. Malbata wî heta niha jî nizanin ku kurê wan li kuderê bi axê spartine.

Termê piraniya îdamkiriyên dehka 60`î li goristanên bi navên “Le`inetava” li bajarên weke Bîcar, Qurwe û Kirmaşanê bi axê hatine spartin; Cihê weke goristana “Xaweran” li bajarê Tehranê.

Goristanên ku kêm û zêde di hemû bajarên Kurdistanê de xuya ne.