Hêzên Ewlehî li Ciwanroyê Welatiyek Birîndar kirin

21:07 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: bi Teqeya Rasterast a Hêzên Ewlehî li Ciwanroyê Welatiyek Birîndar bû.

Pêka Nûçeyê Nûçegihaniya Kurdpa, Li Herêma Ciwanroya Kirmaşanê Hêzên Ewlehiya Komara Islamiya Îranê Teqe ji Maşînek Pêjo 405 kirin û Xwediyê Maşîn Birîndar kirin.

Raporên gihîştî bas ji viya dikin ku wî Welatiyê Kurd Tiştên Qaçax di maşînê de nebûne û he ma çaya hişk di maşîna wî de hebûye.

Heya ragîhandina wê Nûçeyê Navê wî û Rewşa wî welatiyê nehatiye Eşkere kirin.

Hêzên Ewlehî Zêdebarî teqe ji Kolberên Kurd, Bajar û Gundan jî teqe ji Xelkê dikin.

Pêka Amara Navenda Amara Kurdpa, 14 Welatiyên Kurd li Bakar û Gundan li Îranê ketine ber destrêjiya Rasterast a Gulleyan û Jiyana xwe ji dest dane.

Amara han ji aliyê Navenda Amara Kurdpa hatiye Pejjiqandin û Renge Amara rastîn li wê zaftir be.