Hêzên ewlehî li bajarê Mihabadê welatiyek Kurd binçav kirin

18:14 - 2 Tebax 2021

Roja Duşemî 11`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Diyar Silêymanpûr”, xelkê gundê “Xurxure” ê ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûn ti belgeyeke yasayî ew welatiye binçav kirine.

Di vê derheqê de, êvareya roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, “Kawe Silêymanpûr”, birayê wî welatiyê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî di dukana xwe de hate binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Diyar Silêymanpûr” de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.