Hêzên ewlehî keçeke yarsanî binçav kirin

16:09 - 28 Kanûna pêşîn 2022

Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Hêrana”yê bi belavkirina nûçeyekê daye zanîn ku peyrewa Ola Yarsnaî ya rûniştiya bajarê Kirmaşanê “Seyîde Seher Fethî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Wê nûçegihaniya mafê mirovî li gor çavkaniyeke agehdar belav kiriye ku 3 roj berî niha, bo cara duyemîn li meşa xwenîşandanên seranserî de, “Seyîde Seher Fethî” hatiye binçavkirin.

Herwisa vê çavkaniyê nivîsandiye: “Ji cihê ragirtina vê keça Yarsanî, ti zaniyariyek ji ber dest nîne”.

Seyîde Seher Fethî keça Borzû, piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatiye veguhastin.