Hêzên ewlehî carek din gef ji Kurxaletê “Jîna Emînî”, “Irfan Murtezayî” xwar

18:08 - 19 Çirriya pêşîn 2022

Di çend rojên derbasbûyî de kurxaletê “Jîna Emînî” yê bi navê “Îrfan Murtezayî” ku di Herêma Kurdistanê de dijî, carek din rastî gefxwarina hêzên Komara Îslamiya Îranê hat.

“Irfan Murtezayî” ku girtiyê berê yê siyasî û endamê “Partiya Komeleya rêkxirava Kurdistanî ya Partiya Komonîsta Îranê” ye di hevpeyvîn digel “Kurdpa”yê de gotiye: “Bi rêya du pêwendiyên telefonî yên hejmarên nenaskirî ji navxweyî Îranê û Îraqê, gef ji wî hatiye xwarin ku gere bê deng bimîne” .

Pêka gotina “Murtezayî” pêwendiya ji navxweyî Îranê, ji aliyê kesekî girêdayî bi Komara Îslamiya Îranê gef ji wî hatiye xwarin û bi wî re hatiye gotin: “Eger xwedê bixwaze dê serê dayîk, bav, xwîşk û birayê wî bibire”.

Herwisa wî girtiyê berê yê siyasî, îşare bi yekê kiriye kuç di pêwendiya telefonî ya li navxweyî Îraqê ku bi hejmarek nenaskirî pêwendî digel wî hatiye girtin, gef ji wî xwarine ku gere bê deng bimîne.

Ew cara yekem nîne ku ew çalakvanê siyasî û kurxaletê “Jîna Emînî” ye rastî gefxwarinan tê, belkî pêka gotina wî di heyama çend heftiyên derbasbûyî de çendîn caran bi rêya pêwendiya telefonî û şandina peyaman ên torên civakî, gef ji wî hatiye xwarin.

Navbirî di 18`ê meha Rezberê de di hevpeyvîn digel “BBC” a beşa Farsî de gotibû: “Bi rêya pêwendiya telefonî gelek gef ji min hatine xwarin ku eger min li her bajarekê li “Herêma Kurdistanê” bibînin, dê min birevînin û bikujin”.

Herwisa li 15`ê meha Rezberê de jî di hevpeyvîn digel “Iran Wire”ê de îşare kiribû ku kesekî bi rêya pêwendiya telefonî bi wî re gotiye: “ Eger ez ji Ordûgahê derkevîm dê min bidizin û belayek ku bi serê Rûhullah Zem anîbûn, bi serê min bînin”.

Irfan Murtezayî, girtiyê berê yê siyasî û endamê “Partiya Komeleya rêkxirava Kurdistanî ya Partiya Komonîsta Îranê” û kurxaletê “Jîna(Mehsa) Emînî ye.

Jîna(Mehsa) Emînî di encama derb û kutanê ji aliyê “Geşta Irşad” de li bajarê Tehranê kevte rewşa “Koma”yê û li 25`ê Xermananê, di encama birînên wan derb û kutanê, canê xwe ji dest da. Ew 22 salî û xelkê bajarê “Seqiz”ê bû.

Pizîşkê Yasayî yê Komara Îslamî li roja Înê 15`ê Xermananê, bi belavkirina daxuyaniyekê dabû zanîn ku “Jîna(Mehsa) Emînî” berî kuştina wê, nexweş bûye û mirina wê bi sedema derb bi ser û laşê wê nebûye.

Ew di halekê de ye ku pêştir, parêzerê malbata “Jîna(Mehsa) Emînî” yê bi navê “Mihemedsalih Nîkbext” di hevpeyvîn digel “Î`itimad”ê de bi rohnî gotibû: “Pêka daxuyaniya pizîşkên bispor û karnasên serbixwe, mirina Jîna(Mehsa)yê ti girêdanek bi nexweşiya berê ya wê ku rakirina xalek li ser pişta çavê wêbûye, tinîne. Tevî vê yekê ku Jîna(Mehsa)yê ji berê ve ti nexweşiyek dil û gurçikan tine bûye, malbata wê dixwazin bizanin ku ew xwîna ku li bin cumcimê serî û guhê wê rijiyaye, bi sedema çi cur nexweşî û derbekê ye.

Ji aliyê din ve, Jîna(Jîna) Emînî, ji dema binçavkirinê heta dema canjidestdanê di bin çavdêriya hêzên hikûmetî de bûye, lewma gelek ji mafnasan, mirina “Jîna(Mehsa) Emînî”yê bi “qetla hikûmetî” bi nav dikin.