Hêzên ewlehî 2 Çalakvanên jîngehparêz li Pîranşarê binçav kirin

17:10 - 18 Çirriya paşîn 2021

Roja Çarşemî 26`ê Xezelwerê, çalakvanekî jîngehparêz ê bi navê “Cehangîr Saxerniya” ê temen 33 salî û endamê Saziya Jîngehparêzên bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî di navenda bajarê Pîranşarê de ew çalakvanê jîngehparêz binçav kiribûn.

Hevdem digel binçavkirina wî endamê Saziya Jînghparêzên bajarê Pîranşarê, endamekî din ê wê saziyê ê bi navê “Xebat Xetyal”, temen 40 salî, piştî gazîkirin bo îdareya Îtla`ata bajarê Pîranşarê, hatibû binçavkirn.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, “Xebat Xetyal” bi sedema çalakiyên wê dawiyê li kafe pirtûkxaneya “Endîşe” ya bajarê Pîranşarê, di bin givaşên navendên ewlehî de bûye.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 2 çalakvanên jingehparêz hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.