Hêzên êminiyê kom bûna endamên bera yekgirtiya Kurd nawhew dan

12:25 - 12 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Kom bûna endamên bereya yekgirtiya Kurd li şarê Sinê, bi destêdana hêzên bi kinc-sivîl û intizamî, hate pûç kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Yekşem, 20ê Rêbendan(9 February 2014), nêzî 20 kes ji endamên bereya yekgirtiya Kurd, ku kom bûn anîbûn pê, ji aliyê hêzên ewlehiyê û intizamiya hukûmeta islamiya Îranê jew bela kirin.

Serekaniyik agadar ji vî aliyiyî de bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; ew kombûna ku li saet 5-7ê êwarê li bîroya kompanya” Şetawekanî Kurdistan”a şarê sinê de ku li rewşa bi rê ketinê debû, ji çen saetan pêş de, dora wî ciyî bi hêzik zaf ji milêtarî û ewlehiyan tijî bibû.

Ew kesên wir ew jî got; li germiya kom bûnê debû ku hêzên milîtarî û bi kinc-sivîl, xwe kirin jor de û ragihandin: gere zûka vê kombûnê bi cî bêhlin, ku ew helvîsta wan hêzên hukûmî tev reaksiyona endamên bereya yekgirtî rûberû bûn, lê li sedem hereşe û bandora wan hêzan de, pişkdarê kombûnê, bi neçarî cê rûniştina xwe bi cî hiştin.

Bandora hêzên asayişê ser endamên bereya yekgirtî li rewşik deye ku bereya yekgirtiya Kurd li sala 1384a rojî de bi derfeta fermiya wezareta hundir, xebata xwe despêkiriye.

Tê gotin , endamên bereya yekgirtiya Kurd biryare ser vê riftara hêzên asayiş û intizamî, şikayeta xwe bi diwana serkomarî û wezareta ewlehiya Îranê bibin.