Hêzên Dewleta Îranê li bajarê Nexedê di navbera Kurd û Turkan de aloziyê çêdikin

13:47 - 6 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Pêşnwêjê bajarê Urmiyê û nuênerê Xamineyî li Urmiyê,dijberiyê di navbera Kurd û turkan de çêdike.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa,20 Dûkanên welatiyên Kurd li Meydana Jandarmêrî ya bajarê Nexedê ku heyamê 20 salan beriya niha bi wan kesan hatiye firotin, niha ji aliyê kesekê binavê “M.H” û li gor yasayên zewt kirina erdê welatiyan ,dixwaze wan 20 dûkanan zewt bike.

Mela Salih Rehîmî kesayetiyê naskirî yê bajarê Nexedê ku pêş destpêka serhildana gelên Îranê li sala 1975’an de xwediyê wan dûkanane bû, piştî serhildanê û seva zext û giwaşên hêzên dewleta Îranê bo başûrê Kurdistanê çû û heya dawiya temenê xwe li wir jiyan kir.

\"13135.jpg\"
Li dirêjiya raporê de hatiye ku “M.H”bi piştgirêdan bi madeya 49’aya yasaya bingehîn a Komara Îslamiya Îranê daxwaza çûlkirina wan dûkanan ji xwedanê wan kiriye û xwe bi xwediyê wan dûkanan dizane.

Welatiyekê li bajarê Nexdê li derbarê vê pirsê de bi ajansa Kurdpa ragehand: Hmû qiseyên vî kesî ku niha dixwaze dûkanên me ji me bistîne pûç û dirone û me li dadgehê li ser vî kesî sikala tomar kiriye,lê navbirî bi piştewaniya Hesenî pêşniwêjê Urmiyê û navendên ewlekariyê çi bersivekê bi xwediyê dûkanan nade û kar gihîştiye cihekê ku hûkmê dadghê jî qebûl nake.

Milk û darayî ya wan kesên ku welat bi cih dihêlin li gor Madeya 49’ya yasaya bingehîn a Komara Îslamiya Îranê û birayraên cibicîkirina desturên Xumêynî tên zewt kirin.

Rûniştiyên Nexedê li du Netewên Kurd û Turk pêktên tên. Hesenî bi berdewamî hewilê dide ku biratiya Kurd û Turkan linav bibe û karê ahn jî bi vê armancê tê encam dan.