Hêzên Dewleta Îranê gefan ji çalakên Mesebî li Kurdistana Îranê de diken

15:36 - 5 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li heyamê çend rojên bihurî de gefa zîndanî kirin û girtinê ji 3 çalakên mesebî kirine.

Hesen Emînî, Mamostayê Olî û berpirsyarê Xwendingeha zanistên Olî”Îmam Buxarayî”li bajarê Sinê di pêywendiyekî telefonî de bi ajansa kurdpa ragehand: Roja Çarşemiyê hêzên Îttlatî bi telefonê bi min ragehandine ku pişikdariya min li rêûresma îzin wergirtina feqiyan li bajarê Zahidanê karekî ne yasayî ye.

\"13130.jpg\"
Emînî basê vê yekê jî kir ku hêzên Îttlatî bi min gotine ku dibe ez bi endamên Mekiteba Quran rabigehînm ku nabe pişikdariyê di rêûresma bajarê Zahidanê de bikin.

Hesen Emînî got ku li gor çi yasayekê geriyan li nava welatekê û çûn bo bajarekî din karekî nayasayî nine û ez rêgiriyê li çûna xelkê û endamên Mekiteba Quran nakim.

her wisa çend rojan beriya niha Ebdulla Ebasî yek ji çalakên Mesebî yê Kurdistanê tevî xêzana xwe ji aliyê hêzên Îdareya Îttlata rêjîmê hatibû gazî kirin û bo heyamê 2 demjimêran lêpirsîn jê hatibû kirin.

her divê pêywendiyê de, hêzên Îttlatî bi Ebdula Ebasî ragehandibûn ku eger li ser çalakiyên xwe berdewam be, dê hûkimê 6 meheên mayî li zîndana vî dê bibe 5 sal û divêt vê demê biçe zîndanê.
\"13131.jpg\"
Li heman demê de hêzên Îttlatî bi ebdulla Ebasî ragehandine ,ku nabe pişikdariyê li rêûresma bajarê Zahidanê de bike.

Ebdulla Ebasî li sala 2012’an ji aliyê çiqa 1 a dadgeha bajarê Sinê bi 6 mehan zîndanê li egera berdwamî li çalakiyên xwe yên mesebî hatibû mehkûm kirin.

karbidestên Îdareya Îttlat ya bajarê Sinê bi xêzana vî ragehandine: ku Mêrê te bi çi awayekê li çalakiyên xwe destan nakêşe û her seva vê yekê egera vê heye ku bi 5 salan zîndanê bihê ciza kirin.

ji aliyek din Huşeng Ehemdî yek ji endamên Şivra Mekiteba Quran li Kirmaşanê bo Îdareya Îttlat hate gazî kirin.

çalakê han bo heyamê 2 demjimêran ji aliyê hêzên Îttlatî kevtibû ber lêpirsîn û lêkolînê û bi vî hatiye ragehandin ku nabe pişikdarî rêûresma bajarê zahidanê bibe.

niha li girtîgeha Recaî Şehr a bajarê Kerecê 170 girtiyên mesebê Sunî hene ku ji wan 20 kes bi sûça piropagende jibo mesebê Sûnî bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.