Hêzên Dewleta Îranê dest bi ser 300 ser ji mal û heyvanên welatiyan de girtin

15:59 - 15 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li herêma Selmasê 300 ser ji pez û malatê welatiyek Kurd zewt kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha hêzên dewleta Îranê li Herêma Selmasê û li gundê “Kelereş”ya ser bi vî bajarî, dest bi ser 300 ser ji malatên welatiyek kurd yê binavê Mistefa Ceferî de girtin.

Çavkaniyek haydar li herêmê bi ajansa kurdpa ragehand, Hêzên dewleta Îranê ji bilî zewt kirina malatê vî, çend ser ji malatê vî serbirîne û her wisa navbirî bi dana 100 milyon timen ciza kirine.

Çavkaniyê basê vê yekê kir ku sebebê sereke yê girtina malatê vî, ewaye ku navbirî çend rojan beriya niha malat birine nêzîk sînûrê Îran û Turkiyê.

Kiryara han ya hêzên dewleta Îranê li demekê deye ku xelkê parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê li rêya xwedî kirina malatan xwe birêve dibin.

Ji aliyek din hêzên dewleta Îranê zor caran bi sebebên cûr bi cûr dest bi ser pez û malatê xelkê de digirin û ew yek li demekê deye ku gelê herêmê jibo Zozanan dibe bo nêzîkatiya sînoran biçin.