Heyder Qurbanî bo taya 2 a dadgeha înqlabê hate gazîkirin

16:59 - 26 Kanûna pêşîn 2020

“Heyder Qurbanî”, kedkarê bînasazî yê xelkê bajarê Kamiyaranê bo taya 2 a dadgeha înqlab a bajarê Şehriyarê hate banghêjkirin.

Ew endamê Yekîtiya Kedkarên Azad a Îranê, dibe roja 22ê Befranbarê, bo pêragihîştin bi tohmeta ku bi ser wî de hatiye sepandin ku “endambûn di deste yan kom ya koman, ku li navxweyê Îranê bi merema têkdana ewlehiya Îranê hatine çêkirin û piropagende li dijî nîzamê dikin” li taya 2 a dadgeha înqlab a bajarê Şehiryarê amade be.

Meha Xezelwera îsal, “Heyder Qurbanî” bo taya 101 a dadgeha keferî ya 2 a bajarê Qudis hatibû banghêjkirin.

Roja Yekşemî 5ê Gelawêjê, kombûna lêpirsîna “Heyder Qurbanî” di taya 3 a lêpirsîna dadseraya giştî û înqlab a bajarê Qudisê de hate birêveçûn.

Ew kedkarê bînasazî di kombûna lêpirsînê de bi tohmeta “hewildan li dijî tenahiya neteweyî û têkdana nezma giştî û piropagende li dijî nizamê” bi piştgirêdan bi belgeya çalakiya kedkarî û sênfî û amadebûn li kombûna roja kedkaran di beranber meclisê de hatiye cezadan.

 

Roja Sêşemî 10ê Pûşperê “Heyder Qurbanî” piştî 23 rojan ji heyama binçavkirina xwe de bi danîna barmteya 250 milyon Tumenî bi awayekî demkî ji girtîgeha Êvînê hate azadkirin.

Roja Şemî 17ê Cozerdanê, ew kedkarê bînasaziyê di mala xwe de li bajarê Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Heyder Qurbanî” di heyama binçavkirina xwe de li benda 209 a girtîgeha Êvînê de bû.