Heyama mirexesiya Selah Şerîfzade hate demdirêj kirin

17:36 - 31 Çirriya pêşîn 2021

Heyama mirexesiya girtiyê siyasî yê Kurd “Selah Şerîfzade”, xelkê bajarê Bokanê, bo 4 rojên din hate demdirêj kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew girtiyê siyasî li roja Dûşemî 3`ê Xezelwerê, bi danîna barimteya 2 mîlyard Tumenî ji girtîgeha Xelxalê, bo heyama 7 rojan hatibû mirexesiyê.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd li meha Gelawêja îsal, li girtîgeha Xelxalê tûşî vîrûsa Koronayê bibû.

Ew welatiye li roja Şemî 4`ê Reşemeya sala 1397an, ji girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê, bo girtîgeha Xelxal a ser bi Parêzgeha Erdebêlê hatibû veguhastin.

“Selah Şerîfzade” li 14`ê Pûşpera sala 1397an, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê”ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî binçavkirinê bo girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Navbirî li 14`ê Befranbara sala 1397an, piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendiya wî bajarî hatibû veguhastin.

“Selah Şerîfzade”, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê, bi tohmeta “Endambûn li yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê”, cezaya 2 sal û 6 meh girtîgeha teizîrî li ser sepandibûn û ew cezaya li roja 6`ê Cozerdana îsal, hatiye piştrast kirin.

Herwisa ew welatiye, li 4`ê Pûşpera sala 1374an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ji aliyê dadseraya giştî û şoreşa Xelxalê, bi tohmeta “miharibe û mifsid fi El-erz”ê, 16 sal girtîgeha teizîrî li ser sepandin û ew cezaye li dadgeha pêdaçûyînê de hate piştrast kirin.

“Selah Şerîfzade”, piştî wê yekê ku li aliyê dadseraya giştî û şoreşa Xelxal, cezaya 16 sal girtîgeha teizîrî bi ser de sepandibûn ji Îranê derkevtibû.

Ew welatiye piştî binçavkirinê li Pûşpera sala 1397an, dawîhatina qonaxên lêpêrsînê li girtîgeha bajarê Urmiyê, bo girtîgeha Xelxalê hatibû veguastin.