Heyama binçavkirina “Soida Xedîrzade” hate demdirêjkirin

17:15 - 3 Çirriya paşîn 2021

Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, heyama binçavkirina demkî ya welatiyeka Kurd a bi navê “Soida Xedîrzade” keça “Rehîm” û xelkê bajarê Pîranşehrê bo heyama 20 rojan hate demdirêjkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiya ducan e û di heyama binçavkirina xwe de ji tedawiya pizîşkî hatiye bê par kirin û hewcehî bi çavedêriya pizîşkî heye û herwisa ji hevdîtin digel malbata xwe û hebûna parêzer hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Heyama binçavkirina wê welatiya Kurd bo heyama 20 rojan hatibû demdirêjkirin û ew duhemîn car e ku heyama binçavkirina wê tê demdirêjkirin.

“Soida Xedîrzade” di girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê de lêpirsîn ji wê tê kirin.

Roja Pêncşemî 22`ê Rezberê, hêzên ewlehiyên hikûmetê ew welatiya Kurd bi bê nîşandana hukmê dadweriyê ew binçav kiribûn. “Soida Xedîrzade” xîzandar û xwediyê du zarokan e.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wê welatiyê hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nine.