Heyama binçavkirina Siyamend Areng hate demdirêjkirin

18:04 - 28 Kanûna pêşîn 2021

Heyama binçavkirina demkî ya welatiyek Kurd ê bi navê “Siyamend Areng” temen 26 salî û kurê “Yedullah” xelkê gundê “Niyer”ê ser bi bajarê Sineyê, bo cara duyê hate demdirêjkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, malbata wî welatiyî bo agehdar bûn ji qedera navbirî serdana îdareya Îtila`at û dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê kirine û bi wan re ragihandine ku heyama binçavkirina kurê wan hatiye demdirêjkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Siyamend Areng” di heyama binçavkirinê de ji mafê “destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe” hatibû pêparkirin.

Sibêdeha roja Yekşemî 14`ê Sermawezê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiye binçav kiribûn.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Siyamend Areng” de hatiye sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.