Heyama binçavkirina “Îbrahîm Tarîmuradî” hate demdirêj kirin

18:24 - 6 Îlon 2021

Roja Yekşemî 14`ê Xermananê, taya 2 a lipêrsa dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, heyama binçavkirina welatiyê Kurd ê bi navê “Îbrahîm Tarîmuradî”, temen 55 salî, kurê Mihemed Salih û xelkê gundê “Emrole”yê ser bi bajarê Sineyê, bo heyama 20 rojên din demdirêj kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye li heyama binçavkirinê de, li “çavpêkevtin digel malbata xwe” û “destpiragihîştin bi parêzer”, hatiye bêparkirin.

Şeva Şemî 2`ê Gelawêjê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrêş kiribûne ser mala wî welatiyî û piştî vekolîna mala wî, navbirî binçavkiribûn.

Hêzên ewlehî di dema vekolîna mala “Îbrahîm Tarîmuradî” de hinek ji keresteyên wî ên kesîn digel xwe biribûn.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyî de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.