Heyama binçavkirina Ferzad Samanî û Sakar Eynî bo cara çarê hate demdirêjkirin

18:23 - 11 Nîsan 2021

Heyama binçavkirina 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Ferzad Samanî” û “Sakar Eynî” yên xelkê bajarê Mihabadê, bo cara 4ê hate demdirêjkirin.

Faroq Samanî, yê birayê Ferzad Samanî li wê derheqê de gotiye: “Roja Şemî 21`ê Xakelêwe, piştî serdana malbata me bo dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê, wan em agehdar kirin ku heyama binçavkirina birayê min “Ferzad” û herwisa “Sakar Eynî”, bo cara 4ê hatiye demdirêjkirin. Zedêtir ji 90 rojan ji binçavkirina wan derbas bûye û demdirêjkirina heyamê binçavkirina wan bi awayekî berdevam, tenê û tenê bi wateya givaşxistin û îşkenceya zêdetir û bi armanca vergirtina îtirafa bi zorê ji Ferzad û Saman e.  

Herwisa Faroq gotiye: “Me biryar daye ku bi sedema îşkenceya demdirêj û reftara neyasayî digel Ferzad û Saman, sikalayê li dijî lêpirsê taya 3 û dadstanê dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê, tomar bikin”.  

Roja Şemî 20`ê Befranbarê, Ferzad Samanî digel Suheyb Badrûc, li xevtingeha zanîngeha Xarezmî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Ew xwendekarê qonaxa karnasiya bilind a civaknasî, piştî binçavkirinê bo lêkolînê bo girtîgeha Îtila`ata Spah li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Herwisa roja Şemî 20`ê Befranbarê, “Sakar Eynî”, ji aliyê hêzên ewlehî yên ser bi Îtila`ata Spahê li bajarê Tehranê, hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî, ew welatiyên Kurd binçav kiribûn û ew bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastibûn.

 “Sakar Eynî”, derçûyê beşa bajarsazî li zanîngeha bajarê “Urmiyê” ye.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Ferzad Samanî” û “Sakar Eyînî”de sepandine, ti zaniyaryek ji ber dest nîne.