Heyama binçavkirina Ferzad Samanî û Sakar Eyînî hate dirêjkirin

16:29 - 13 Adar 2021

Lêpirsê dadgeha şoreş ya bajarê Mihabadê, heyama binçavkirina du welatiyên Kurd yên bi navên “Ferzad Samanî” û “Sakar Eyînî” bo mehek din dirêj kir.

Faroq Samanî, birayê Ferzad Samanî di civînekê de digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê de ragihandiye: “Sê meh bi ser binçavkirina Ferzad û binçavkiriyên din re derbas bûye û li gor yasayê, piroseya rohnkirina tawanên wan dibe li destpêka binçavkirina wan dawî pê hatiba”.

Herwisa navbira got: “Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê bi givaşxistina li ser Ferzad û çend kesên din yên binçavkiriyên wê dawiyê de, dixwazin bi wergirtina îtirafê senariyoyekê çêkin”.

Roja Şemî 20`ê Befranbarê, Ferzad Samanî digel Suheyb Badrûc, li xwevtingeha zanîngeha Xarezmî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Navbirî xwendkarê qonaxa karnasiya bilind a rişteya civaknasî ji zanîngeha Xarezmî ye, ew piştî binçavkirinê bo lêkolînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Herwisa roja Şemî 20`ê Befranbarê, “Sakar Eyînî”, ji aliyê hêzên ewlehî yên ser bi Îtila`ata Spahê li bajarê Tehranê, hate binçavkirin.  

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û navbirî bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastin.

“Sakar Eyînî”, derçûyê beşa bajarsazî li zanîngeha bajarê “Urmiyê” ye.