Heyama binçavkirina du welatiyên Kurd bo meheke din hate zêdekirin

17:07 - 13 Hezîran 2020

Heyama binçavkirina demkî ya du welatiyên Kurd yên bi navên “Nevîd Mihemedî û Xalid Mihemedî” xelkê bajarê Pîranşehrê, bo heyama meheke din hate zêdekirin.

Ew du welatiyên Kurd di naverasta meha Banemer a îsal de ji aliyê hêzên ewlehî ve bi awayekî nexuya hatine binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

“Nevîd Mihemedî”, nûçegihanê deng û rengê hikûmeta Îranê bûye û “Xalid Mihemedî” jî yek ji xizmê nêzîk ê Nevîd e.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin wan du welatiyên Kurd ti zanyariyek ji ber dest nîne.