Heyama binçavkirina demkî ya Yûsif Rehmanî hat dirêjkirin

18:14 - 1 Tebax 2022

Heyama binçavkirina demkî ya “Yûsif Rehmanî”, xelkê bajarê Şinoyê bo heyama 15 rojên din hatiye demdirêjkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: Rewşa derûnî ya “Yûsif Rehmanî” nebaşe û di yek ji girtîgehên ewlehî yên li bajarê Urmiyê de di bin lêpirsînê de ye.

Sibêdeha roja Çarşemî 22`ê Pûşperê, “Yûsif Rehmanî” xelkê gundê “Xurişt” a girêdayî bajarê Şinoyê bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema gazîkirin û tohmetên ku bi dijî wî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.