Heyama binçavkirina demkî ya “Kiyûmers Letîfî” wanebêjê zimanê Kurdî hate dirêjkirin

18:11 - 26 Nîsan 2022

Biryara binçavkirina demkî ya wanebêjê zimanê Kurdî yê bi navê “Kiyûmers Letîfî”, ku di girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê de ye, bo heyama du heftiyan hate dirêjkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, roja Yekşemî 4`ê Banemerê, malbata “Kiyûmers Letîfî” piştî serdana dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, ew hatine haydarkirin ku biryara demkî ya binçavkirina Kiyûmers bo heyama du heftiyan, hatiye dirêjkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Kiyûmers Letîfî piştî veguhastin ji girtîgeha bajarê Sineyê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî, di wê heyamê de ji peywendiya telefonî û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin”.

Roja Çarşemî 25`ê Reşema sala 1400`an, “Kiyûmers Letîfî” çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.

Berê, hêzên ewlehî gef ji malbata wî çalakvanê medenî xwaribûn ku ji mediyayîkirina nûçeya binçavkirina navbirî xwe biparêzin û bêdeng bin.

Roja Sêşemî 3`ê Reşema sala derbasbûyî, malbata “Kiyûmers Letîfî” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sineyê, bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûne gazîkirin û lêpirsîn digel wan hatibû kirin.

Roja Şemî 30`ê Rêbendana sala 1400`an, hêzên ewlehî di encama lipeykevtina malbata “Kiyûmers Letîfî” ji bo agehdarbûn ji qedera navbirî, xwîşka wî çalakvanê medenî ya bi navê “Arizo Letîfî” binçav kiribûn.

“Arizo Letîfî” piştî binçavkirinê bo demek kêm bi sedema têkçûna rewşa tendirustiya wê û lêdan û kutana wê ji aliyê hêzên ewlehî ve, bo nexweşxaneya “Tohîd” a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Roja Sêşemî, 26`ê Rêbendana sala 1400`an, “Kiyûmers Letîfî”, temen 41 salî ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd ên dijberên hikûmeta Îranê”, hatibû binçavkirin.

“Kiyûmers Letîfî”, çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ye û berê jî endamê Encûmena “Mewlewî” li bajarê Sineyê bûye.