Heyama binçavkirina çar welaiyên Kurd hatine demdirêjkirin

18:05 - 28 Kanûna pêşîn 2021

Heyama binçavkirina çar welatiyên Kurd ên bi navên “Areş Minberî”, kurê “Husên”, “Zaniyar Minberî”, kurê “Emanullah”, “Seyvan Minberî”, kurê “Hişmet” û “Mîlad Minberî”, kurê “Mihemed”, xelkê gundê “Niyer”ê ser bi bajarê Sineyê, bo cara duyê hatine demdirêjkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, roja Duşemî 6`ê Befranbarê, malbata wan çar welatiyan bo agehdar bûn ji qedera kurên xwe serdana îdareya Îtila`at û dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê kiribûn û bi wan re ragihandine ku heyama binçavkirina kurên wan hatine demdirêjkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew cara 2ê ye ku heyama binçavkirina wan çar welatiyan têne demdirêjkirin.

Pêka gotina wê çavkaniyê, ew çar welatiyane di heyama binçavkirinê de carekê peywendiya telefonî digel malbatên xwe hebûne û ji mafê “destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe” hatine pêparkirin.

Sibêdeha roja Yekşemî 23`ê Xezelwerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş birine ser malbata wan çar welatiyan û ew çar welatî binçav kiribûn.

Hêzên ewlehî li dema binçavkirina wan çar welatiyan mala wan vekolîbûn û herwisa ew kutabûn û îşkence kiribûn.

Herwisa wan hêzane kelûpelên kesîn ên wan çar welatiyane vekî kampiyuter û telefona wan digel xwe birine.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan çar welatiyên Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek li ber dest nîne.