Heyama binçavkirina 4 çalakvanên sinfî yên mamosteyan li Dîwanderê hat demdirêjkirin

17:57 - 25 Hezîran 2022

Biryara binçavkirina “Umîd Şamihemedî, Hîwa Qureyşî, Perwîz Ehsenî û Kawe Mihemedzade” Endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Dîwandere, hat demdirêjkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, biryara binçavkirina wan 4 çalakvanên han li ser biryara “Cebarî” Dozgerê Giştî û Înqilabî yê bajarê Sineyê bo heyama 10 rojên din hat demdirêjkirin.

Ew 4 çalakvanên Sinfî yên Mamosteyên Kurdistan- Dîwandere, di heyama binçavkirinê de tenê carekê karîbûn pêwendiyek kurt ji rêya telefonê ve bi malbata xwe re bigirin û ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatine bêparkirin.

Ew 4 çalakvanên sinfî piştî binçavkirinê bo îdareya Îtilaata bajarî Sineyê hatibûne veguhastin.

Roja Çarşemî 25ê Cozerdanê, ew 4 çalakvanên Sinfî yên Mamosteyên Kurdistan- Dîwanderê, ji aliyê hêzên ewlehî we hatibûne binçavkirin.

“Umîd Şamihemedî” roja Duşemî 21ê Xezelwera sala 1397an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî 40 roj ji binçavkirinê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Ew çalakvanên sinfî bi tohmeta “hewildan li dijî tenahiya netewî” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreşê ya bajarê Sineyê ve bi salek girtîgeha teizîrî hatibûne cezadan.