Hewsiyik siyasiyê Kurd paşî nêzî 23 sal man li girtîgehê de, 10 sal hewsa din serde sepandin

19:35 - 12 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Osman Mistefapûr, girtiyê siyasiyê Kurd ku li girtîgeha Ormî de li hewsê deye, ji aliyê dadgeha inqilaba vî şarî de, hukmê 10 sal din hews jêre birîn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; li rojên borî de, şaxa 1a dadgeha inqilaba Ormî bi serokatiya dadwer Çabok, hukmê hewsa Osman Mistefapûr bi 35 sal hewsa teizîrî zêde kirin.

\"18333.jpg\"
Osman Mistefapûr, girtiyê siyasiyê Kurd ji xelkê Pêranşar, midê 22 sal û 5 heyvane li girtîgeha Ormiyê de hewsiye.
Serekaniyik agadar li hevpeyvînik tev nûçe gihaniya Kurdpa de got: dadgeha inqilaba Ormî, ev 10 sal hewsa, bi tometa pişkdarî kirin li şer de, ser vî girtiyê siyasiyê Kurd de sepandine.

Osman Mistefapûr, li heyva Xermanana sala 1370a rojî de hatibû girtin û paşî bi tawana endametî li partên Kurdistanî yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, hukmê 25 sal hewsa teizîrî jêre birî bûn.

Her wisa Mele Casim Dilnişîn û Eyyûb Cehangîrî ku tev Osman Mistefapûr de hatibûn girtin, li salên 1371 û 1372 de li girtîgeha Ormî de bi sêdarê dabûn.

Osman Mistefapûr, girtiyê siyasiyê Kurd ji xelkê Pêranşar, midê 22 sal û 5 heyvane li girtîgeha Ormiyê de hewsiye.