Hewl û çalakî bo “Zeyneb Celaliyan” hat lidar xistin

17:10 - 6 Adar 2022

Êvara roja Şemî 14ê Reşemê, di bahozeke “Twitterî” de bi heştega Farsî û Îngilîzî xelkê di “Twitter û herwisa torên civakiyên din bi dûpatkirina pirsiyara “Zeyneb Celaliyan li kîderêye?” daxwaza azadkirina wê girtiya siyasî kirin.

“Zeyneb Celaliyan” yekem jina girtiya siyasiya kurd e ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi girtîgeha heta hetayî hatiye cezadan.

Ew girtiya siyasî rêkevta 20ê Reşema sala 1386an a Rojî, li bajarê Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin, piştre li Sermaweza sala 1388an a Rojî, bi tohmeta muharibe û endametî û hevkarî digel yek ji partiyên Kurdistanî, bi îdamê hatibû cezadan û piştre bo girtîgeha hetahetayî hat guhartin.

Di vê derheqê de roja Yekşemî 1ê Reşemê girtevîdyoyek ji aliye dayîka “Zeyneb Celaliyan” ve di nava torên civakî de hat belavkirin ku ragihandibû ku ji rewşa tendûristiya “Zeyneb”ê agehdar nîne û roja Duşemî 2ê Reşemê hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî çûne mala “Zeyneb Celaliyan” û dayîka wê girtiya siyasî binçavkirin û bo îdareya îtila`ata bajarê “Mako”yê veguhastin.

“Zeyneb Celaliyan” di heyama 14 salên derbasbûyî bi bê hebûna yek roj murexesî di girtîgehê de rastî nesaxiyên cuda hatiye, û çendîn caran li girtîgeha “Xoy, Qereçek a Weramîn, Kirman, Dêzilavaya Kirmaşanê û Yezd”ê hatiye veguhastin û dûrxistin.

Berê “Nêrgis Mihemedî” çalakvana Mafê Mirovî, girtiya berê yê siyasî û berdevka Kanûna dakokîkirin ji mafê mirovan, di gotûbêjekê de digel govara “Xetê Sulih” ji zarê “Zeyneb Celaliyan” ve bas ji azar û îşkencekirinên wê girtiya siyasiya Kurd di girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê de kiribû.