Hevwelatiyekî Merîwanê rastî teqîna mînê hat

14:03 - 2 Nîsan 2019
Ajanas Kurdpa: Hevwelatiyê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, bi sebeba teqîna mînê, bi dijwarî birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 12`ê Xakelêweyê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Kerîm Rastî” temen 53`ê salî û kurê Rehman, xelkê gundê Serdoş a girêdayî wî bajarî rastî teqîna mînê hat û pêyeke xwe jidest da.

\"\"Yek ji kesên nêzîkî wî hevwelatiyê Kurd ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re, ragehandiye ku: Ev hevwelatiyê Kurd demjmêr 8`ê sibezûya roja Duşemî 12`ê Xakelêweyê, li cihê bi navê “Kevanan a girêdayî Dulebe”, rastî wê bûyera dilgiran hatiye.

Vê çavkaniya agehdar gotiye: Ev hevwelatiyê Kurd bo tedaviyên pîzişikî bo nexweşxaneya “Şar” a bajarê Silêmaniyê a Herêma Kurdistana Îraqê, veguhastine.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Ev hevwelatiyê Kurd pêyeke xwe jidest daye û pê wî yê din jî bi dijwarî birîndar bûye.

Ev hevwelatiyê Kurd niha di nexweşxaneya “Şar” a bajarê Silêmaniyê de, di bin çavdêriyên pîzişkî de ye.

\"\"