Hevwelatiyekî Kurd ji bo giritîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin

15:29 - 20 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyekî Kurd, ji bo derbazkirina cezaya hepsa ku jê re birîne, ji bo girtîgeha bajarê Şinoyê veguhastin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa Kurdpayê, roja Şemî 29`ê Banemerê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Zekeriya Teha”, ji bo derbazkirina cezaya hepsa ku jê re hatiye birîn, ji bo girtîgeha Navendî a bajarê Şinoyê hate veguhastin.

Ev hevwelatiyê Kurd, di sala derbazbûyî de, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îstixbaratê vê hatibû binçavkirin, û piştre jî di Dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê de, her bi vê tometê bi yek sal hepsa “te`izîrî” hatiye cezadan.

Ev hevwelatiyê Kurd, piştî binçavkirina ji aliyê hêzên îtila`atê ve, bo heyama sê mehan di girtîgeha bajarê Şinoyê de hepsî bûye.