Hevwelatiyekî Kurd bo îtila`ata bajarê Sine hate gazîkirin

20:21 - 29 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyê Kurd yê xelkê yek ji gundên derdora bajarê Sine bo îdareya îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşmeî 8`ê Banemerê (28`ê Nîsanê) welatiyê Kurd yê bi navê Jiyan Mîrî xelkê gundê Tengîser a girêdaiy devera Jawaro ya ser bi bajarê Sine bo îdareya îtila`ata wî bajarî hatiye gazîkirin.

Wî welatiyê Kurd bi sedema ecamdana çalakiyan li dijî hikûmetê ji aliyê hêzên îtila`atê hatiye gazîkirin.

Jiyan Mîrî yek ji endamê heyeta birêveberiya rêûresma Newrozê li gundê Tengîserê bû, ku di destpêka îsal de, bo îdareya îtila`ata bajarê Sine hatibû gazîkirin.

Ev hevwelatiyê Kurd di heyamên derbazbûy de jî, çendîn caran bo îdareya îtila`ata bajarê Sine hatibû gazîkirin û lêpirsîn jê kiribûn.