Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiye hate veguhastin

21:50 - 4 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyê Kurd yê xelkê devera Mirgewer a Urmiyê, li giritîgeha Îtla`atê bo girtîgeha Navendî a Urmiyê veguhastine.

Li gorî rapora ku gihîştiye bi Ajansa Nûçegihaniya“Kurdpa”yê roja Şemî 10`ê Xakelêweyê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Şakir Bêhrûzî” kurê Selîm, xelkê gundê Dizê a girêdayî devera Mirgewer, piştî derbazkirina mehekê di girtîgeha îdareya Îtla`ata Urmiyê, bo girtîgeha Navendî ya wî bajarî veguhastine.

Ew hevwelatiyê Kurd bo benda 1-2 a girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate veguhastin, û di dema desteserkirinê heya niha tu zaniyariyek derheq çarenivîsa navbirî ber dest nînin.

Ew hevwelatiyê Kurd, li 10`ê Reşemeha 1397`an, bi tawana “alîkarîkirin di gel yek ji partiyên Kurd yên Opozîsiyona Hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên îtla`atê ve hatiye desteserkirin, û bi merema lêkolînkirinê bo îdareya Îtla`ata Urmiyê veguhastibûn.