Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgeha îtila`atê hate veguhastin

16:10 - 17 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Bokanê, bo lêkolînkirinê bo girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Akam Qadirî” temen 31 salî û kurê Rustem, bo lêkolînê, ji girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Bokanê bo girtîgeha bajarê Urmiyê veguhastine.

Ew hevwelatiyê Kurd, roja Duşemî 1`ê Rêbendanê, li devera “ Tetehû” a girêdayî bajarê Bokanê, bi tometa “alîkarîkirina di gel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

Akam Qadirî li dema desteserkirinê heya niha, ji mafê destpêragihîştina bi parêzer û herwisa dîtina malbata xwe bê par bûye.

Ev hevwelatiyê Kurd di sala 1391`an, de jî bi sebeba hebûna pêwendiyan digel kempêyna “Hînkirina zimanê dayîkê”, li zanîngeha bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û piştî 20 rojan lêkolînê, bi awayê demkî hatibû azadkirin.