Hevwelatiyê Kurd ê Xorasanê bo dadgehê hate vexwandin

20:29 - 12 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Xorasanê, bo îdareya îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyê Kurd yê bi navê Mehdî Gencbexş bo lêpirsînê, ku bi teblîx li dijî nizam û bêrêzîkirin bi rêberê hikûmeta Îranê hatiye tawanbarkirin, dibe roja 28`ê Banemerê di dadgeha wî bajarî de amade be.

Ev welatiyê Kurd roja 3`ê Cozerdana 1397`an bi sebeba van tawanan hatibû desteserkirin, û piştî 10 roja lêkolînê bi barmteya bi qasî 250 milyon Tûmenî hatibû azadkirin.

Ev welatiyê Kurd li dema desteserkirinê heya niha 5 caran bo dadgehê hatiye gazîkirin.

Mehdî Gencbexş 18`ê Çiriya Paşîn a sala 1390`an jî, bi tawana alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û heya Rêbendana hemen salê di girtîgeha îtila`atê de lêkolînê jê hatibû kirin.

Herwisa ev welatiyê Kurd, ji aliyê dezgeha dadweriyê, salek hepsa te`izîrî hatibû cezakirin, û li sala 1391`an dewrên hepsa xwe bi girevgirtina li dema desteserkirinê derbazkirbû, û pêş ji dana wî cezayî di girtîgeha Vekîlabad a bajarê Meşhedê derbazkir û bi dawî hatina dewra hepsa wî hatibû azadkirin.