Hevjîna “Corc Kolonî” berevaniya ji qurbaniyên destdirêjiya cinsî ji aliyê DAÎŞ’ê ve qebûl kir
21:24 - 12 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Parêzer û berevankara mafên mirovan, û hevjîna Kolonî, lîstikvanê naskirî ê sînemaya “Hollywood”ê, qebûl kiriye, ku bergiriyê bike ji wan Êzidiyên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve destdirêjî li dijî wan hatiye kirin.
Li gora nivîsandina rojnameya Amerîkayî ya New York Taymz’ê, navbirî di daxuyaniyekê de belav kiriye, “Parlementoya Ewropayê, dewleta Amerîka, û Meclisa Brîtanyayê, hemûyiyan selimandine ku DAÎŞ’ê li dijî Êzidiyan di Îraqê de komkujî encam daye. Çawa ye ku ew qas cinayet li pêşberî me têne encamdayîn, lê dadgeha navneteweyî ya Lahe vê cinayetê naşopîne?. Yek ji paşmayiyên destdirêjiya cinsî Nadiya Murad e, ku hevjîna Corc Kolonî amade ye di dadgehê de, bibe parêzerê wê.
Nadiya Murad piştî sê emhan îşkendeya di kempeke DAÎŞ’ê de, di meha Novembera sala 2014’an de, karî ji destên wan xwe rizgar bike.
Ew ku niha 23 salî ye, û di meha Janwiyeya derbazbûyî de, xelata aştiyê ya Nobelê wergirt, û hewl daye ku bala cîhaniyan bo aliyê nivşkujiya Êzidiyan rakêşe.
Ew derbarê hevjîna Kolonî de dibêje: “Ew jineke cesûr e, ku morala wê bilind kiriye, û dibêje: “Girîng ew e ku dadperwerî bê cîbicîkirin, û “Emel” jî (hevjîna Kolonî) berevankara dadperweriyê ye. Em her du jî niha li pey dadperweriyê ne. Armanca me ya dawiyê ew e ku encamderên nivşkujiyê hesabê bidin, û daderwerî li ser qurbaniyên wekî min bi rê ve herin”.