Hevjîn û dayîka çalakvana medenî hatine desteser kirin

21:27 - 20 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Hevjîn û dayîka çalakvana medenî ya Kurd, ya xelka bajarê Sine, bo lêkolînê, di girtîgeha îtila`ata wî bajarî de hepsîn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Madêh Fethî” hevjînê “Siher Kazimî” çalakvana medenî ya hatî desteserkirin a xelkê bajarê Sine û dayîka wê jî, ya bi navê “Mêhnûş Emîrî” ev heyama 5 rojane ku, di girtîgeha îdareya îtila`ata wî bajarî de, û bo lêkolînê hatine heps kirin.

Yek ji kesên herî nizîk yê van sê hevwelatiyên Kurd yên hatinî desteserkirin, ji Ajasnsa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye ku: “Îdareya îtila`ata bajarê Sine, ji hevjîn û dayîka “Siher Kazmî” daxwaz kirinbûn ku, bo bersivdana hin pirsan, serdana vê îdareya hikûmetî bikin lê, piştî serdanê delmdest ev hatine desteser kirin.

Vê çavkaniya agehdar di vê derheqê de gotiye ku: Derheq Sedema desteserkirina hevjîn û dayîka “Siher Kazimî” çalakvana medenî ya girtî tu zanyariyek ber dest nînin û qerara van jî nediyare.

Roja Pêcşemî 24`ê Xezelwerê “Madêh Fethî” hevjînê “Siher Kazmî” çalakvana medenî xelkê bajarê Sine digel dayîka wê ya bi navê “mêhnoş Emîrî” piştî gazîkirina bo îdareya îtila`ta w î bajarê, ev desteser kirine.

Di Xezelwera sala borî de, “Madêh Fethî”, hevjînê wê çalakvana medenî ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û bo heyama sê mehan di odeya takekesî ya wê îdareyê de, girtî bûye û bo lêkolînê wir hepsî bûye.

Roja Pêncşemî 18`ê Gelawêja îsal, hêzên îtila`atê bi bê hebûna belgeya yasayî êrîşî ser mala “Siher Kazimî” kiribûn û piştî lêgerîna malî wê, ev desteser kiribûn.

Ev çalakvana medenî di heyama desteserkirinê de, ji mafê destpêragihîştina bi parêzer û dîtina malbata xwe, bê par bûye, herwisa ev bo benda jinan a girtîgeha bajarê Sine veguhastine, herwisa bo lêkolînê jî, bo girtîgeha îdareya îtila`atê veguhastibûn.

Wêne: Madêh Fethî û Siher Kazmî