Hevdîtina ligel Saman Nesîm piştî 134 rojan

20:58 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî derbasbûna 134 rojan bi ser çarnûsa nediyar a zindaniyê siyasî yê Kurd Saman nesîm re, malbata wî ragihanidin ku biryarhatiye dayîn di demeke nêz de, ew hevdîtinê bi Saman re pêk bînin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, dawîn gotinên parêzerê Saman Nesîm, nîşaneya wê yekê ne ku hukmê darvekirina wî hatiye îbtalkirin.

Muxtar Nesîm birayê Saman jî vê derbareyê de ragihandibû ku birayê wî niha di binçavdêriya navendên ewlekarî de ye û hukmê darvekerinê wî jî birê ve naçe.

Birayê wî zindaniyê siyasî yê temen 17 salî di hevpeyvîn ligel parêzer Kemal Husênî eva jî aniye ziman: “10 roj beriya niha min hevdîtin bi Saman Nesîm re pêk anîye.

Zivistana îsal (2015`an) Saman Nesîm, Elî û Hebîb Efşarî, Sîrwan nejawî, Îbrahîm Îsapûr û Yunis Aqayan di rewşeke yekcar ewlekarî de, ji zindana Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê bi cihekî nediyar hatibûn veguhestin ku piştî 134 rojan heya niha, çarenivîsa wan nehatiye eşkerekirin.

Saman Nesîm 20 salî û xelkê Merîwana rojhilatê Kurdistanê ye ku dema binçavkirnê de tenê 17 sal bi temen bûye.

Navborî tîrmeha sala 2011-2012’an, di pevçûnekî ligel hêzên Sipaha Pasdaran a hikûmeta îslamiya Îranê, li Serdeşta rojhilatê kurdistanê hatibû girtin û piştî du meh eşkence li Urmiyê, bo zindana Mehabadê hatibû veguhestin.

Di encamê de Saman Nesîm bi tometa endam bûn li yek ji partiyên opozisyona hikûmeta Îslamiya Îranê, herwiha, Hemberî Xwedê derketin (miharibe), bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin û liqa 32 a Dîwana Bilinda welatê Îranê jî, ew hukim pejirandibû.