Hevçax di gel rapora Ehmed Şehîd kasibkarek din hate kuştin

16:20 - 11 Adar 2012
Kurdpa: li demekê de ku Rehmed Şehîd li rapora xwe ya herî nû de qala rewşa Kurdistanê û mafê mirovan li wir de kiriye, kasibkarek din ê Kurd hate kuştin, kasibkarek din li herêma Selmasê ji aliyê hêzên Întizamî ên hikumeta Îslamiya Îranê ve hate kuştin.

Pêka nûçeya Ajansa nûçegihaniya Kurdpa Reza Mewlayî li cihekê bi navêÇîçek û Xane sûr de li sînorê Kozereşê di gel çend kasibkarên din ji aliyê hêzên rejîma Îranê vekete ber destrêjê û canê xwe ji dest da.

Reza Mewlayî temen 35 salî û xelkê gundê Keşkawêjê ser bi şaristana Selmasê û xwediyê hevjîn û du zarokan e.