Heta niha termê kolberî Kurd yê xelkê bajarê Selmasê radestî malbata wî nehatiye kirin

12:31 - 8 Kanûna pêşîn 2020

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, derheq çawahiya kuştina “Ferzad Seidûzade” ew kolberî Kurd ku li ser sînorê Selmasê bi teqeya hêzên leşkerî hatibû kuştin çend zaniyariyan bi hûrî bas dike.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de bi “Ajansa  Nûçegehaniya Kurpa”yê re ragehandiye: “Hêzên Hengê sînorî yên Selmasê, piştî teqekirin li wî kolberê û birîndarkirin û binçavkirina wî ji aliyê hêzên sînorparêz ve, navbirî azar û eşkence dane û piştre gullebaran kirine.”

 Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Piştî kuştina wî kolberî Kurd termê wî bo pizîşka yasayî li bajarê Urmiyê tê veguhastin û malbata wî bo wergirtina cenazê kurê xwe serdana dadgeha wî bajarî dikin, lê heta niha termê wî redestî malbata wî nehatiye kirin.

Wê çavkaniyê daye zanîn “Ferzad Seidûzade” piştî gullebarankirinê bi birîndarî gelek azar dane û li ser dem û çavê wî cihê qundaxa çekê xuya bûye.

Çavkaniya Kurpayê wiha gotiye: “Malbata wî li ser vê bûyerê şikayet tomar kirine û bi sebema vê yekê ku heya niha gulle di laşê wî de maye termê wî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Êvara roja Yekşemî 16ê Sermawezê, kolberkî Kurd yê bi navê “Ferzad Seidûzade” kurê Es`ed û xelkê gundê “Kozereş” yê ser bi bajarê Selmasê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî canê xwe ji dest da.