Heta niha jî Ferşîd Kerîmî di girtîgeha Ewlehî ya bajarê Sineyê de hepsiy e

18:00 - 1 Hezîran 2022

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Ferşîd Kerîmî” temen 35 salî û xelkê bajarê Sineyê, heta niha jî di girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî de hepsiye.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, sê heftiyan beriya niha ev  welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê daye diyar kirin ku: “Ferşîd Kerîmî” di heyama binçavkirinê de ji mafê hevdîtina digel malbata xwe û destpêregihîştina bi parêzer hatibû bêparkirin.

Ew welatiyê Kurd di wê heyamê de, tenê carekê ji rêya telefonê ve peywendî digel malbata xwe girtiye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî wî welatiyê Kurd hatiye sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.