Heştemîn fistîvala têatra ser xiyawana Merîwan despê kir

12:27 - 5 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Heştemîn kêbirkêya fistîvala ser xiyawana Merîwan bi pişkdariya hunermeddên Kurdistan û çend gurûpên welatên biyanî dest bi karê xwe kir.

Roja Çarşem, 10ê Rezber, pişkdar û gurûpên huneriyên vê fistîvalê li 4 rêyana “ Şeb Reng”ê ber bi parka Milletê bi rê ketin û li parka navbirî de fistîval hate pê
8emîn fistîvala têatra ser xiyawan bi pişkdariya 3 gurûpên hundir û biyanî bi midê 3 rojan dom dike û ji aliyê welatiyan pêşewaziyik bi gur lêhatiye kirin.

Li vê kêbirkêyê de kargeha fêrkariya derhêneriya têatr, bi berpirsatiya Qutbeddîn Sadiqî bi rê diçe û derhêner, nivîskar û aktorên têatrê bi rewşa têorî û parktîk têde pişkdariyê dikin.

\"15777.jpg\"
Qutbeddîn Sadiqî
Sadiqî li hevpeyvînik tev yekik ji nûçe gihaniyên hundir ragihand, têatra ser xiyawan “ têatrik protestoyiye” û bi zimanik sade sakar pirira pisgirêk û astengên welatiyan û peydabûyên civakî tîne ber bas.

Ev mamostê zanîngehê li doma gotinên xwede gotiye: niha bi formik pêwîst pêdivî, bûdce û salona çêkirina têatr li Îranê de çinine, ber hindê têatra ser xiyawan dikare baştirîn rewşa nasandina vê hunera kevnar be.

Rêresma bi rêketina 8emîn fistîvala ser xiyawana Merîwan bi berdana 8 kotran mîna sîmbola aşitî û dutiniyê despêkir û paşî gurûpa Mûzîka “ Xak” çend parçe mûzîk û sitran pêşkêş kirin.

Têatra “ Semfoniya Rîşêha” qetik din ya rêresmê bû ku ji aliyê gurûpa têatra “ Rojî Merîwan”ê hat şanî kirin ku li wê têatrê de awirik ji parêzerên jîngê û ew kesên ku ser hindê bibûne qurbanî dabûn.

\"15778.jpg\"
Ji aliyik din endamik ji şoraya şarê Merîwan li vê rêresmê de peyivî û hivî xwest ku hunermend li dewleta nû de bikarin rexne û pêşniyarên xwe li bara civakê de bas jê bikin.

Îsal zêdetir ji 250 gurûp, berhemên xwe bi debîrxana 8emîn fistîvala têatra ser xiyawanê şandine û li incam de 30 berhem ji welatên Êraq û Tirka rêpêdan pişkdarî li qonaxa kutayiyê de bikin.

Hunermendan li pişkên serbest, giştî, zarok, Olî, modern û pişka taybet, li rikeberiyê de dibin û rêresma kutayiya fistîvalê li zanîngeha azada Merîwan yê birê here.
\"15782.jpg\"

\"15781.jpg\"

\"15779.jpg\"

\"15780.jpg\"

\"15784.jpg\"

\"15783.jpg\"

\"15790.jpg\"

\"15789.jpg\"

\"15787.jpg\"

\"15788.jpg\"

\"15785.jpg\"

\"15786.jpg\"