Hesta fedakarane zindaniyek ji benikê daliqandina Îranê filitand

21:14 - 27 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Malbateke Kurdistanî vêca li Îslamabada rojava, bi hest û bawereke fedakarane, zindaniyê Kurd yê ji aliyê dozgeriya Îranê we hukmê qisas (tolhildan) bi wî hatî dayîn, ji darvekirnê rizgar kirin.

Li gor raorta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh xelkê gundê “Ketkenî” yê ser bi Îslamabada Rojava, bi alîkariya hejmarek rûsipiyên deverê, serdana malbata kesê mirovên wan ji aliyê zindaniyê Kurd ve hatî kuştin, kirin û ligel razîbûna wê malbatê ya bi ruhê fedakariya lêbirînê rû bi rû bûn.

\"26203.jpg\"
Lêborîna ji zindaniyê qatil li gel pêşwaziya germ a şêniyên deverê rû bi rû bû
Pêştir jî li Sineya rojhilatê kurdistanê, kesek bi tometa kuştinê, 10 salbû li girtîgehê dima û di demekê de ku ew ber bi benikê daliqandinê ve dibir in, ji aliyê malbata kesê hatî kuştin ve jiyaneke nû bi wî hat pêşkêş kirin.

Gorî amarên karûbarên zindanan li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, sala borî 16 zindanî bi fedakariya hemwelatiyan, li bendê Îdama Îranê hatibûn filitand in.