Heşt welatiyên Kurd li bajarên Kurdistanê hatine desteserkirin

17:39 - 26 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Desteserkirina welatiyên Kurd ên bajarên Kurdstanê ji aliyê hêzên îtila`atê ve berdewam e.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li meşa neraziyên xelkê bajarê Seqizê du welatiyên bi navên “Şêrko Kerîmî” kurê Mihemed û “Feryad Şamihemedî”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine binçavkirin û bo cihek nediyar hatine veguhastin.

Heya niha li peyketina malbata wan du welatiyên Kurd bê encam maye û ti zanyariyek li derheq qedera wan ji ber dest nîne.

Herwisa welatiyek din yê nerazî yê bi navê “Seîd Qadirî” xelkê bajarê Banê, di nav nerizayetiya bajarê Ciwanroyê de hate desteserkirin, û li cih û qedera wî ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Her di vê derheqê de, nasnama du welatiyên din yê desteser kirî yên wê dawiyê li bajarê Merîvanê, yên bi navên “Omîd Yusifî” kurê Mihemed û “Şaho Menûçêhrî” kurê Mihemed û xelkê devera Hewramanê, û rûniştiyê şareka “Kanî Dînar” ya ser bi bajarê Merîwanê, bo Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hate eşkerekirin, û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Ew du welatî, çar roj beriya niha ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatin desteserkirin.

Ji aliyekê din ve jî, 3 welatiyên xelkê gundê “Nê” ya ser bi bajarê Merîwanê, yên bi navên “Ferdîn Bedexş” kurê Letîf û temen 23 salî, “Sîna Cast” kurê Salar û temen 22 salî û “Hadî Rastî” kurê Ferîq û temen 22 salî, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatin desteserkirin, û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek di vê derheqê de li qedera wan 3 welatiyên Kurd ji ber dest nîne.

“Sîna Cast” roja Duşemî, 4 Xermanana îsal, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijî hikûmeta Îranê” hatibû desteserkirin, û roja Pêncşemî 4`ê Rezberê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.