Heşt welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

20:21 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Duşemî 20`ê Pûşperê, heşt welatiyên Kurd ên bi navên “Ce`ifer Zerîfî, Mihemed Mehmûdzade, Zana Mêhrî, Hadî Mehmûdî, Aram Salihpûr, Rehman Salihpûr, Mêhdî Newrozî û Ehmed Husênpûr” xelkê bajarê Banê, ji aliyê hêzên ewlehî ve bo cihek nexuya hatin veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî li mal û li cihên karê wan, ew heş welatiyên Kurd binçav kirin.

Herwisa vê çavkaniyê got: “Rehman Salihpûr û Mihemed Mehmûdzade, li mala xwe û ew şeş welatiyên din jî li ser kar hatin binçavkirin”.

Di berdewamiyê de vê çavkaniyê daye zanîn: “Ew heşt welatiyên Kurd xelkê gundên Savan, Sêvîç û bajarê Banê ne”.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên ku li dijî wan heşt welatiyên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.