Heşt Kes Li Kirmaşanê Hatin Darvekirin

20:40 - 29 Çirriya paşîn 2011

Kurdpa: Şeş kes li zîndana navendî ya Kirmaşanê û 2 kesên din li meydana Azadî ya vî bajarî û li ber çavê xelkê, demjimêr 10ê sibêdeya roja sêşem 29.11.2011-an hatin darvekirin.


Dezgeha dadweriya bajarê Kirmaşanê tawana van heşt kesan kirîn û firotina madeyên sirker ragihandiye.

Nav û şunasa kesên îdamkirî ji aliyê navendên dadwerî û ewlehiyê nehatine ragihandin.

Li gor serjimêriyên Ajsana Kurdpa ji destpêka îsla heta niha li herêmên Kurdakincî de 13 kes bi tawana kirîn û firotina madeyên sirker hatine darvekirin.