Heşt kasibkarên Kurd li Makûyê hatin îşkence kirin

13:39 - 8 Nîsan 2012
Kurdpa: Roja pêncşemiyê 17’ê Xakelêwe li herêma “Bûralan” a ser bi bajarê Makûyê li ser sinûr komek ji kolberên Kurd ketne ber desrêja guleyên hêza îtizamî û heşt kes hatin girtin.

Li gorî rapora Ajansa nûçegihaniya Kurdpa li MAKÛYÊ komek ji kolberên kasibkar ên Kurd li cihekê bi navê Qeresû li ser sînorê Îran û Turkiyê ji aliyê hêzên Întizamî ve hatin girtin û piştre hatin îşkence kirin.

Beşek ji xelkên li ser sînoran neçarin ku ji bo peydakirina debara jiyana xwe rû bikne karê anîn û birna barê qaçax, lê her tim dibne armanca gulleyên hêzên întizamî ên Îranê li ser sînoran, û gellek caran tên kuştin yan jî birîndar kirin.