‌Heşt hevwelatî di girtîgeha Recayî Şehr ya bajarê Kerecê de hatine îdamkirin

11:07 - 2 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Berpirsên girtîgeha Recayî Şehr ya bajarê Kerecê, di destpêka yekemîn roja sala nû a zayînî de, 8 hevwelatî di wê girtîgehê de îdam kirin.

Roja Çarşemî, 10`ê Befranbarê (1`ê Kanûna Paşîn), cezayê bi sêdaredana 8 hevwelatiyan bi tohmeta “kuştina bizanebûn”, ji aliyê berpirsên girtîgeha Recayî Şehrê ve, lidar xistin.

Saziya Mafê Mirov, nasnama 2 hevwelatiyan ku îdam kiribûn, yên bi navên “Husên Xulamî”, 28 salî û “Saman Dûstî”, 30 salî, di benda 1 a girtîgeha Recayî Şehrê de, daye zanîn.

“Husên Xulamî” bi midehê 3 salan di girtîgeha Recayî Şehrê de hepsî bû.

Heya belavbûna vê nûçeyê, nasnameya wan 6 hevwelatiyên îdam kirî, nehatiye eskerkirin.