Hesen Qurbanî birayê Heyder Qurbanî hate desteser kirin

18:03 - 20 Kanûna pêşîn 2021

Rêkefta 28`ê Sermaweza 1400`î Hesen Qurbanî birayê Heyder Qurbanî girtiyê siyasî yê kurd ku hatibû bidar vekirin ev ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteser kirin

Piştî bidarvekirina girtiyê siyasî ê kurd yê bi navê Heyder Qurbanî ev welatiyê Kurd hatiye desteser kirin.

Sibezoya roja Yekşemî 28`ê Sermawezê, Heyder Qurbanî girtiyê siyasî ê Kurd yê xelkê bajarê Kamyaranê li girtîgeha bajarê Sine de hate bidar vekirin.

Pêka gotina serçaveya haydar,  ev girtiyê siyasî ê Kurd bi bê haydarkirina malbata wî ev bidar vekirin û heta izna dawîn hevdîtina digel malbata wî jî, jêre nehatbû daîn.

Herwisa vê serçaveyê ev yeka jî zêde kiriye:Termê Heyder Qurbanî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi axê hatiye spartin.