Hesen Mamelîazer bo girtîgeha bajarê Bokanê hat veguhastin

18:37 - 12 Îlon 2022

Roja Yekşemî 21ê Xermananê welatiyekî Kurd yê bi navê “Hesen Mamelîazer” xelkê gundê “Gamêş gulî” ya girêdayî bajarê “Miyanduav”ê bo girtîgeha bajarê “Bokan”ê hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê di yek ji girtîgehên ewlehî de bo girtîgeha bajarê “Bokan”ê hat veguhastin.

“Mamelazerî” di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Pêncşemî 9ê Pûşperê, ew welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.