Hereşe û bandora endamik ji sipaha pasdaran li Pawê ser bazarî û kasibkaran

11:53 - 12 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: enadimik ji sipaha pasdaran li şarê Pawê, xêncî bêrêzî bi dikandar û bazariyên vî şarî, hereşa girtinê jî pê kiriye.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Sêşem, 16ê Rezber, kesik bi navê “ Seyîd Morad Aqayî” ku bi gotina welatiyan endamik xebatkarê sipaha pasdarane, nawa bazarça şarê Pawê rûberûyê kasibkar û dikandaran disekine.

Bi gotina kesên wir, ew endamê sipaha pasdaran bi çeqû, hereşê dikandaran kiriye û paşî bi şanî dana kelebçê, hereşa girtinê bi welatiyan kiriye.

Kesên wir bo ajansa Kurdpa ew jî xistin rû, “ paşî hindê ku hêzên intizamî bi amanca girtina “ morad Aqayî” hatine nawa bazarçê, bêyî hindê bikarin çi tiştik bêjnê, cê wan bi cî hişt.

Ew kesên wir ragihandin jî ku “ hêzên intizamî ragihandine ku morad Aghayî endamê sipaha pasdarane û me hêza girtina wî çinine”.

Li vê barê de rojik paştir anê 17ê Rezber, hejmarik ji dikandar û bazariyên şarê Pawê bi amanca daxwaz, serdana sentera sipaha pasdarên vî şarî kirine, lê berpirsên wê ciyê milîtarî, bê gadar bûna xwe ji endametiya morad Aqayî ragihandine.

Tê gorin, sipaha pasdaran bi enqest, bê agadar nebûna xwe ji endametiya morad ragihandine û bi vê rewşê dixwazin bandorik zêdetir bêxin ser welatiyên Kurd.